Fermana 73'an li wargeha Newrozê hate şermezarkirin
Fermana 73'an a li Şengalê roja 3'ê Tebaxa 2014'an li civaka Êzidî rabû, li wargeha Newrozê ya li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.
Fermana 73'an a li Şengalê roja 3'ê Tebaxa 2014'an li civaka Êzidî rabû, li wargeha Newrozê ya li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, jin û civaka Êzidî ji aliyê pêşmergeyên PDK'ê ve hatin firotin û hat gotin, "Em vê rojê weke roja xiyanetê dibînin. Ji ber ku di vê rojê de bi hezaran jin, zarok û dayikên me ketin destê DAIŞ'ê û hatin ukştin. Lê kes xwedî li Şengalê derneket. Yên ku xwe weke xwediyê şengalê didîtin, reviyan û Şengal bêparastin hiştin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku civaka Êzidî bi piştgiriya gerîlayên HPG Û YJA Starê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe dan, xwe bi rêxistin kirin û hat gotin, "Lewma em dikarin li vê derê 3'ê Tebaxê bi dilgiranî bibîr bînin û xwedî li şehîdên Êzîdxanê derkevin."
Daxuyaniya çapemeniyê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Êzîdxan" qediya.