Artêşa Tirk topan diavêje bajarokê Minix û gundên Şêrawayê

Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete, topan diavêjin bajarokê Minix ê Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa ya Efrînê.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarokê Marî bi cih bûne, topan diavêjin bajarokê Minix ê Şehbayê.

Hat ragihandin, heta niha zêdeyî 20 top li bajarok ketine û topbaran di vê kêliyê de jî dewam dike.

Wekî din, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, topan diavêjin gundên Kilcibrîn û Cilbera yên navçeya Şêrawa ya Efrînê. Li gorî agahiyan, 4 topên çeteyan li vê herêmê ketine û topbaran hê jî didome.