MSD: SUK dixwaze şoreşê bi paş bixe
Desteya Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir SUK ji bo ku şoreşê bi paş bixîne dixwaze PYD û hêzên leşkerî bikeve nav ‘lîsteya terorê’ û got, ‘’SUK li gorî berjewendiya hêzên deverî û navdewletî tevdigere’’.
Desteya Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir SUK ji bo ku şoreşê bi paş bixîne dixwaze PYD û hêzên leşkerî bikeve nav ‘lîsteya terorê’ û got, ‘’SUK li gorî berjewendiya hêzên deverî û navdewletî tevdigere’’.
Desteya Serokatiya MSD`ê, diyar kir ku ji ber koma bi navê Koalîsyona Niştemanî ya Opozisyona Sûriyê (Itîlaf) Şoreşa Sûriyê ji rêya xwe derket û paş de ma.
Desteya Serokatiya Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD), bersiva daxuyaniya koma ku bi navê Koalîsyona Opozisyona Sûriyê tê naskirin, da ku di daxuyaniyê de dixwastin PYD û hêzên leşkerî yên parastina herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê dikin, bixin lîsteya terorê, da.
‘BI EHMQÎ YE’
Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:
“Di demeke wiha de ku Kolîsyona Navneteweyî piştgiriya xwe ji bo QSD`ê nîşan dide, ku tekane hêza çalak e û nûnertiya gelê Sûriyê dike û dikare terora DAIŞ`ê xelas bike, em dibînin ku Koalîsyona Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê (Itîlaf) ku bû egera paşketina şoreşa Sûriyê û jirêderketina wê û rênedana ku gelê Sûriyê armanca xwe ya azadî pêk bîne, ji roja hatiye avakirin li ser esasê berjewendiyên herêmî û navnetewî tevdigere. Her wiha Koalîsyona Sûriyê bi rêya pişgiriya leşkerî û darayî ji aliyên terorê ên wekî DAIŞ, El-Nusra û birayên wê, şoreşa Rojava kir armanca xwe û bi rêya wan aliyê terorê dixwest herêmên Bakurê Sûriyê derbas bike û di navbera hemû pêkhateyên wê de, fitne û şer derbixe .
Tevî van hemûyan jî, heta niha endamên Koalîsyona Sûriyê tekez dikin û li xwe mukir tên ku ew komên navborî beşek ji şoreşa wan a li dijî rejîmê ye. Îro di demeke wiha de ku QSD û hevkarê xwe Koalîsyona Navneteweyî destkeftiyên mezin bidest dixin, Koalîsyona Sûriyê, Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) ku beşeke çalak ji MSD`ê ye û bi partî û hêzên ku nûnertiya gelê herêmê dikin ji bo avakirina Rêveberiyeke Xweser a Demokratîk da ku bighêjin Sûriyeke nû, bi tewaneke çewt, tewanbar kir .
Hewldanên Koalîsyona Sûriyê bi rêya çapemeniya xwe ya nîjadperest û şofîn ê girêdayî hêzên herêmê wekî Tirkiyê û ji bilî wan xistina QSD û YPG`ê di nava lîsteya terorê de, “Karê ehmeqa ne “ û isbata wê jî ew e ku endamên wê wekî DAIŞ`ê ne parastina radîkalî û terorê dike.
‘HEVGIRTINA BI CIVAKA NAVNETEWÎ RE WÊ BERDEWAM BE’
Ji ber van sedeman em di MSDʹê de tekez dikin ku em heta dawî bi hevkariya xwe ya bi Civaka Navdewletî ku ji bo tunekirina terorê tekoşînê dikin re girêdayî bin. Em ê xebatên xwe yên leşkerî, siyasî û çapemeniyê li dijî koma bi navê Itîlaf ku tevliheviya mezhebî li dijî gelê me pêk têne, bidomînin. Baweriya me bi doza Kurdî û pêwîstiya çareserkirina wê ya li ser esasê Sûriya Federal a Demokratîk tê. Di heman demê de baweriya me bi serkeftina li dijî terorê û hêzên tundrew heye.ʺ