Koalîsyona Sûriyeyê bû êsîrê Erdogan
Gotara Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed a li rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nivîsand.
Gotara Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed a li rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî nivîsand.
Dereng jî be, li dijî rola hilweşîner a Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê, deng bilind dibe. Gelek belgeyên li ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê ketin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Van belgeyan bi rengekî bê şik û guman, têkiliya Tirkiye-DAIŞ'ê îspat kirin û gelek caran di çapemeniyê de hatin weşandin. Ev belge car carna bi hêzên navneteweyî re jî hatin parvekirin. Mixabin ji ber têkiliya berjewendiyan, ev belge ji nedîtî ve hatin. Kengî Erdogan gef li welatên Ewropayê xwar, di demeke kin de li welatên Ewropayê teqînan rû dan. Heman Erdogan di dema erîşa DAIŞ'ê de ji bo Kobanê got, "Va ye Kobanê li ber ketinê ye" desteka xwe ya ji bo çeteyan û hêviya xwe anî ziman. Ev polîtîka hê bi amûrên cuda didome. Komên bi navê Koalîsyona Sûriyeyê hatine konsolîdekirin, kirine êsîrê şovenîzma Tirk û bi destê wan êrîşî Kurdan dikin.
Her ku fobiya Kurd tev dide, van koman hê bi lez dixe nava liv û tevgerê. Faşîzma AKP'ê li şovenîzma rejîma Baasê ya berê zêde kirine û bi vî rengî veguheriye felaketekê. Di karakterê van koman de rêxistinbûneke du rû derkete holê. Aliyekî wê heta bi qirikê ketiye nava xiyanetê û bûye hevkarê AKP'ê, aliyê din jî bi rengekî kor êrîşî nirxên gerdûnî û neteweyî, bi taybetî êrîşî demokrasî û azadiyê dike.
Eger ji wan bê pirsîn bê çima ewqasî êrîşî nirxên mirovahiyê û şoreşê dikin, wê nikaribin bersivekê bidin. Pîvanên wan ewqasî tevlîhev bûne, ku nikarin şaşî û rastiyê ji nava hev derxînin. Tenê bi tiştekî zanin, ew jî; li gorî fermana efendiyê xwe Erdogan êrîşî QSD, PYD û YPG'ê dikin. Ev kom ewqasî teslîmî nefreta li QSD û YPG'ê bûne, ku gava di encama hin bazaran de li 'otobusên kesk' hatin siwarkirin û ji gelek herêman hatin dexistin, ne xema wan bû. Ev komên ji herêmên kontrol dikirin hatin qewirandin, niha bi rengekî hiş ji serî çûye êrîşî herêmên rizgarkirî dikin. DAIŞ û rejîm ji bîr kirine, derdê wan ê yekane QSD, YPG û PYD ye. Ev hemû jî di çarçoveya projeya dewleta Tirk a parçekirin û dagirkirinê de tên kirin. Bi vê siyaseta Erdogan re bûn dijminê neteweya xwe.
Ji Koalîsyona Sûriyeyê em bi gelek kesî re rûniştin. Niha jî têkilî bi wan re heye. Hemû kesên em bi wan re rûniştin ji me re gotin, 'Ji kerema xwe, bila kes pê nehese ku em bi we re rûniştine'. Bi vî rengî tirsa xwe ya ji Tirkiyeyê anîn ziman. Hemû jî di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re xitimîne û projeya QSD'ê erênî dibînin. Her wiha ji ber têkiliyên ku danîne, gilî û gazinan dikin ji ber ku nikarin xwe ji Tirkiyeyê rizgar bikin. Di civînên demên dawî de Tirkiyeyê tenê tiştek ji wan xwestiye. Ji van hemû koman xwestiye, 'Li ber rizgarkirina Reqayê ji aliyê QSD'ê ve rabin û daxuyaniyên dijberê wan bidin'. Rizgarkirina Reqayê xewn li gelek kesan herimandiye. Ji xwe wan DAIŞ derbasî nava Reqayê kiribûn û bajar radestî DAIŞ'ê kiribûn. Sedema hemû êrîşên li dijî nirxên gelê Reqayê ev hêz û kom in. Ji ber ku efendiyên wan ev xwestibûn.
Tirkiyeyê bi rêya komên di bin navê Koalîsyona Sûriyeyê de li hev ivand, alîkarî da DAIŞ'ê. Bi navê mûxalefetê bi mîlyaran dolar qezenç kir. Di doza Sûriyeyê de bazirganî kir. Tevî van çavkaniyan jî xizmeteke jî ji gelê Sûriyeyê re nehate kirin. Ya herî biçûk; dibistanek jî venekirin. Dibistanek, du dibistanên vekirin jî ji bo Tirkkirina gel bi kar tînin. Îşkencekirina Sûriyeyiyên li ser sînor, ku dîmenê wê çend roj berê di çapemeniyê de hate nîşandan, rastiya Tirkiyeyê radixe pêş çavan. Dibêjin, ku çawa bixwazin dikarin bi wî rengî destê xwe dirêjî gelê Sûriyeyê bikin. Mixabin ev komên ku xwedî îdîaya azadkirina gelê Sûriyeyê bûn, li pêşberî şîdeta dewleta Tirk deng ji wan dernakeve.
Yên ku ji bo li dijî hin hêzan weke amûrekê bi kar bînin destûr dan ku Tirkiye derbasî nava axa Sûriyeyê bibin, niha Tirkiye bûye belayê serê wan. Bi xwe ketine wê rewşê ku ji Tirkiyeyê bitirsin. Ji ber ku Tirkiye niha bûye hêza sereke ya oksîjenê dide çeteyan û pêşî li çareseriya li Sûriyeyê digire. Tirkiyeyê bi îdîaya şerê li dijî DAIŞ'ê axa Sûriyeyê dagir kir. Her çend kesî ji vê bawer nekir jî, niha li herêma dagir kiriye DAIŞ nîne. Lewma wezîfeya wan qediya ye û li gorî vê yekê divê vegerin. Di rewşeke berevajî de, lazim e dagirkeriya Tirk a li ser bedena Sûriyeyê veguheriye hucreyeke kanserê, divê were jêkirin û avêtin. Eger hê bêhtir li Sûriyeyê bimîne û cih di nava plan û lîstikên nû de bigire, wê şer kûrtir bibe.
Tirkiye niha hêza xwe ji bo destekkirina El Nûsra bi kar tîne. Deriyên Îdlib, Cerablûs û Ezazê ji bo bazirganiya çekan û derbasbûna komên çete bi kar tîne. Koalîsyona Sûriyeyê ku temsîla siyasî ya van komên bê ser û ber e, tevî tetîkkêşiyê li qada navneteweyî daxwazê dike ku QSD bikeve lîsteya terroê. Ew bi xwe li cîhanê mînaka yekane ya terorê ne.