ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
200 şervan tevlî QSDʹê bûn
Li Akademiya Şehîd Feysel Ebû Leyla 200 şervanên QSD'ê piştî dewreya perwerdê bi dawî kirin bi merasîmekê tevlî QSD'ê bûn û berê xwedan Reqayê. 200 şervan wê tevlî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bibin. -
Li Reqayê sîvîlên Suryan û Ermen hatin rizgarkirin
Şervanên Konseya Leşkerî ya Suryan (MFS) a girêdayî QSD’ê 7 Suryan û Ermen ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Tenduristiya sîvîlan baş e. -
Li Reqayê komeke din a sivîlan hate rizgarkirin
Tîmên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li taxa Nezlet Şehadê ya Reqayê, komeke din a sivîlan ku ketibû xefika mayinên çeteyan, rizgar kirin. -
Operasyona Reqayê di roja 64'an de ye
Operasyona Rizgarkirina Reqayê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) roja 6'ê Hezîranê dest pê kir, di roja 64'an de ye. -
Cenazeyên 9 şehîdan li Hesekê û Serêkaniyê hatin veşartin
9 şervanên YPG'ê yên li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bûn, li bajarên Hesekê û Serêkaniyê hatin veşartin. -
Sînemaya alternatîf li Rojava dikare were kirin
Komuna Sînemayê ya Rojava, di nav şer de, di nav şerê dijî DAIŞ’ê de sînemayeke nû hildiberîne. Komun ispat dike ku sînemayeke din pêkan e. -
Kantona Şehbayê hate îlankirin
Meclîsa Rêveber a Herêma Şehbayê, Kantona Şehbayê ya girêdayî Herêma Federal a Efrînê bi awayekî fermî îlan kir. -
'Navê Reqayê her di guhên min de dikir zinginî'
"Her ku çavê min li avahiyên nava bajêr dikeve, ji xwe dipirsim 'gelo çend jinên Êzidî li van avahiyan dijîn. Gelo çeteyan ew sax hiştine'. Ez dêşim û xemgîn dibim." -
Pêngava rizgarkirina Reqayê: Bi dehan sivîl hatin rizgarkirin
Tîmên Taybet ên QSD'ê li Reqayê bi dehan sivîl rizgar kirin. Di vê oxirê de 2 şervan birîndar bûn. Li bajêr di şer de 16 çete hatin kuştin. -
Şervanên YPG'ê: Em li çeperên xwe ne, bila dilê gelê me rehet be
Şervanên YPG'ê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û tevî çeteyên xwe dibe ser Efrînê nirxandin û gotin, ew ê li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin. -
Cenazeyê Fadî Mirî li Minbicê hate veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Fadî Mirî ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristanê veşartin. -
Cenazeyê Mezlûm û Çarçela hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrîn û herêma Şehbayê cenazeyên Mezlûm Ezaz û Çarçêla Çiya bi merasîmekê li goristana şehîdan a navçeya Ehrez a girêdayî herêma Şehbayê hate veşartin. -
Koalîsyona Navneteweyî û nûnerên Federaliya Bakurê Sûriyeyê civiyan
Nûnerên Koalîsyona Navneteweyî û nûnerên saziyên Federaliya Bakurê Sûriyeyê li bajarokê Eyn Îsa li hev civiyan. -
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topan davêjin herêma Efrînê
Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên dûvikê wê, êrîşên xwe yên li hemberî herêma Efrînê didomînin. -
YPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê û şervanekî li çiyayê Kizwanan dema bi erka xwe radibû di qezayekê de şehîd bû, eşkere kir. -
Şer li 7 taxên Reqayê giran e: 34 çete hatin kuştin
Li 7 taxên Reqayê şerekî giran di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de diqewime. Di nava 24 saetên dawî de 34 çete hatin kuştin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Hesen hate veşartin
Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG′ê Basil Hesen (Bêkes Qamişlo) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin. -
Operasyona Reqa: Taxa El-Kerîm hate rizgarkirin
Di şer û pevçûnên ji duh êvarî heta niha de, taxa El-Kerîm a dikeve bakûr rojavayê bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, 16 çete hatin kuştin. -
Artêşa Tirk careke din Eyn Deqnê topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundê Eyn Deqnê bi çekên giran topbaran dike. -
Li Reqayê QSD û sivîl hev hembêz dikin
Qêrîna bi Erebî yê zarokê 2 salî ku ji destê çeteyan hatî xilaskirin, di hembêza şervanên QSD’ê de li kuçeyên Reqayê olan da. -
YPG'ê encamên êrîşên 5 rojên dawî eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî encama êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên 5 rojên dawî eşkere kir. YPG'ê ragihand ku wesayîtekî bombebarkirî ya çeteyên Tirk rûxandine. -
Şer û germahiya Reqa
‘’Dûxan bi ser taxê ketibû, germahiya hewayê û ya şervanan ketibûn navhev, jixwe şerê bajêr du meh li pişt xwe hiştine û zêdeyî nîvî bajêr hatê rizgarkirin, heta vê kêliya vê nivîsê dinivisînim li her çar aliyên bajêr şer diqewime gorî agahî tên pêşketin -
Klara Reqa: Em xeyalekê pêk tînin
‘’Artêşeke me ya ji şervanan pêk hatî heye kul i dijî revdeyeke wiha li gel xwe dixwaze her tiştî bikuje, jiyanê diparêze û ji bo jiyana sivîlan xwe feda dike. Helbet em ê bi ser bikevin.’’ -
Artêşa Tirk gundên Şehbayê topbaran dike
Êrîşên artêşa Tirk a bi ser herêma Şehbayê de didome. Vê sibehê artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve gundên Şehbayê dane ber bombeyan. -
Li Dêrikê cenazeyên 7 şervanên azadiyê hatin veşartin
Bi sedan welatiyê Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên 7 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehdî Xebat Dêrik veşartin.