QSD li Reqayê pêşve diçe: 15 çete hatin kuştin
Pêşveçûnên şervanên QSD'ê li 2 eniyên bajêr didome û 15 çete hatin kuştin.
Pêşveçûnên şervanên QSD'ê li 2 eniyên bajêr didome û 15 çete hatin kuştin.
Li taxa Berîd a dikeve rojavayê bajarê Reqayê, şervanên QSD′ê ber bi herêma ku navendên hikûmetê lê hene bi pêş ve çûn. Di encama şerê li wir, yek jê xwekuj 5 çete hatin kuştin.
Li taxa Nezlit Şihadê ya dikeve başûrê bajêr jî şervan bi pêş ve çûn û di encama şerê li wir rûdayî de, 6 çete hatin kuştin û mîqtarek cebilxane ket destê şervanan.
Her wiha li taxa Rewda ya dikeve bakurê rojhilatê bajêr jî 3 çete hatin kuştin û li taxa Deriye ya dikeve aliyê rojava jî 2 çete hatin kuştin.
Şervanan li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve aliyê başûr jî, piştî ku herêma ewlehiya siyasî bi temamî hat rizgarkirin, herêm ji mayînên çeteyan hat paqijkirin. Di encama xebatên paqijkirinê de cenazeyên gelek çeteyan tevî cebilxaneyên wan hatin dîtin.