Li Dêrikê cenazeyê 2 şervanê azadiyê hatin veşartin
Li Goristana Şehîd Xebat Dêrik cenzeyê 2 şervanên azadiyê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, hatin veşartin.
Li Goristana Şehîd Xebat Dêrik cenzeyê 2 şervanên azadiyê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, hatin veşartin.
Bi sedan welatiyên herêma Dêrikê ya herêma Cizîrê cenazeyên Fermandarê YPG′ê Dawûd Kelfan (Rojhat Gorlitan) û şervanê Hêzên Xweparastinê Silêman Mihemed ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û cangoriyên azadiyê hildan û berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Asayîşê ve destpê kir. Piştre bi ser navê QSD′ê Şengal Til Koçer axivî û diyar kir ku wê teror bin bikeve û got: ″Em ê bi yek destî û yek dilî parastina gelên Bakurê Sûriyeyê bikin. Em soza şopandina rêya şehîdan didin.″
Piştre Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Mihemed Cemîl axivî diyar kir ku felsefeya Rêbertiyê li ser jiyana hevbeş û biratiya gelan hatiye avakirin û wiha anî ziman: ″Berhema vê felsefeyê tevlîbûna xwîna gelên herêmê di çeperên şer de ye.″
Piştî ku nasnameyên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin, hevalê şehîd Rojhat, Sîdar Efrîn axivî û got ku şervanên bi şehîd Rojhat re di heman tabûrê de bûn, beşdarî merasîma oxirkirinê nebûn û soza tolhildana wî dan.
Di dawiyê de cenazeyên cangoriyan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ ve hatin veşartin.