NÛ BÛ-Artêşa Tirk êrîşî Efrînê kir: Birîndar hene

Êrîşên arêtşa Tirk a li ser Efrînê dewam dike. Di encama êrîşa hewanan de hewan li nava bajêr ketin û hat diyarkirin ku birîndar hene.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser herêma Kontona Efrîn a Rojava dewam dike. 

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarê Ezazê bi cih dibin, bi çekên giran navenda Kantona Efrînê topbaran kirin. Di encamê de 6 kes bi giranî birîndar bûn.

Birîndarên bi navên ″Kemal Elî (45), Mihemed Elî, Ferîde Tobal 32), Xelîl Mihemed (14), Mewlîde Ehmed Tobat (19) û Yasmîn Tobal″ ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Avirîn.

Her wiha ziyan gihîşt malên welatiyan.