Li Reqayê xebatên ragihandinê yên YPG’ê
Şervan û xebatkarên çapemeniyê yên YPG’ê di eniyên şer de jî karê xwe didomînin.
Şervan û xebatkarên çapemeniyê yên YPG’ê di eniyên şer de jî karê xwe didomînin.
Şervan û xebatkarên Navenda Ragihandinê ya YPG’ê li eniyên pêngava rizgarkirina Reqayê bi çek û kamêrayên xwe li ser şopa Ragihandina Azad ji bo nîşandana rastiyê têdikoşin. Navenda Ragihandina YPG pêşveçûnên leşkerî yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji nêzîk ve dişopîne, di oxira vê erka pîroz de ji 2014’an ve heta îro hejmarek ji endamên navendê gihiştine şehadetê.
Li Reqayê xebatên ragihandinê yên YPG’ê
— ANFKURDİ (@anfkurmanci) August 30, 2017
Şervan û xebatkarên çapemeniyê yên YPG’ê di eniyên şer de jî karê xwe didomînin.#ANFKURDI pic.twitter.com/1A4YOyA8Z2
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê çîroka jiyan û şerê şervanên Kurd, Ereb, Asûrî û enternasyonal bi çend zimanên cûda vedibêje. Li kêleka xebatên xwe yên leşkerî, Navenda Ragihandinê ya YPG’ê her wiha hewl dide astengiyên li beramber welatiyên ku ji destê zilm û terorê rizgar dibin bi amûrê xwe yê ragihandin û çapemeniyê bigihînin cîhanê û ji kesên hatine bêdengkirin re bibin dengek.