Cenazeyê Şehîd Şiyar Zagros li Dirbêsiyê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdullah Xelîl (Şiyar Zagros), li Şehîdgeha Rustem Cûdî hate veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ebdullah Xelîl (Şiyar Zagros), li Şehîdgeha Rustem Cûdî hate veşartin.
Girseya gel, cenazeyê Şehîd Şiyar Zagros ji Nexweşxaneya Roj a li Serêkaniyê rakir û bi konvoyeke dirêj a ji wesayitan bir Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî. Piştî ku gel gihîşt şehîdgehê, şervanên YPG/YPJ'ê merasîmeke leşkerî pêk anîn.
Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Şêxî piştî merasîma leşkerî axivî û anî ziman, ku Şehîd Şiyar kurê yekane yê malbatê bû, tevî vê yekê jî bi erka xwe ya parastina welêt rabû.
Ji fermandarên YPG'ê Agirî Jînda jî destnîşan kir, ku şehîd bi têkoşîna xwe rê li ber avabûna yekîtiya gelan vedikin.
Dayika Şehîd Zagros jî diyar kir, ku kurê wê ji bo gelê xwe û avakirina jiyaneke nû canê xwe feda kiriye û ew pê serbilind e. Dayika Şehîd Zagros got, "Di destpêka şoreşê de min xwest ku Zagros tevlî nava refên YPG'ê bibe. Ji ber vê jî serbilind im."
Piştî axaftinan belgenameya Şehîd Şiyar Zagros hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd Şiyar Zagros li ber dirûşma "Şehîd namirin" û tilîliyan hate veşartin.