Li Tebqayê cenazeyê du şervanên azadiyê hatin spartina axê

Cenazeyên du şervanên QSD′ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê hatin spartina axê.

Karwanê şevanên QSD′ê Ebdulezîz Misrib û Îsmaîl Remlê (Nimir) îro di saetên sibehê de ji Kantona Kobanê ber bi bajarê Tebqayê ve ket rê û bi sedan welatiyên bajarokên El-Cerniye û Mehmûdlî û gundewarên derdorê beşdarî merasîma veşartinê bûn. Her wiha bi sedan welatiyên bajarê Tebqayê jî li ketina bakurê bajêr bi dirûşmeyên ″Bi can bi xwîn em te re ey şehîd″ û tîlîliyan karwanê cangoriyan pêşwaz kirin.

Di meraîsmê de Endamên Meclîsa Sivîl a Tebqayê, Meclîsa Jin, şervan û Fermandarên QSD′ê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn, amade bûn.

Li goristana şehîdan a bajarê Tebqayê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Xeyrî Mihemed axivî û soz da ku ew ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin, neteweya demokratîk û biratiya gelan pêk bînin.

Mihemed ji bo şehadeta Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, sersaxî ji malbat û hevalên wî re xwest.

Li ser navê Meclîsa Lihevanîna Êlan şêx Hamid Ferec ji şervanên QSD′ê xwest ku rêya şehîdên xwe bişopînin û tola wan hilînin.

Her wiha li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Ebîr Mûsa jî axivî û got ku cangoriyên azadiyê yekîtiya gelên herêmê ava kir û têkoşîna wan li hember dijmin xurt kir.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan di nava tîlîliyên dayikan de hatin spartina axê.