Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê li ser şopa Ebû Emced bin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji ber şehadeta fermandarê xwe Ednan Ebû Emced sersaxî gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê xwest û destnîşan kir, ku ew ê li ser şopa fermandarê xwe bin.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji ber şehadeta fermandarê xwe Ednan Ebû Emced sersaxî gelên Rojava-Bakurê Sûriyeyê xwest û destnîşan kir, ku ew ê li ser şopa fermandarê xwe bin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihandibû, ku Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced, duh di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de li bajarê Reqayê şehîd bûye.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û sersaxî ji tevahiya gelê Rojava-Bakurê Sûriyê, bi taybetî ji gelê Minbicê û malbata şehîd Ebû Emced re xwest.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Ebû Emced ji bo bilindkirina têkoşînê ti carî gav paş de neavêtiye û hat gotin, "Hemû gelê Rojava-Bakurê Sûriyê û bajarê Minbicê bi taybetî, agahiya şehadeta Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced dema bi hevreyên xwe re li bajarê Reqayê şerê terorê dikir, bihîst. Şehîd Ednan Ebû Emced bi lehengî, fedekarî û dilnizmiya xwe di nava heval û civaka xwe de dihat nas kirin. Ebû Emced di dewamkirina rêya azadî û bilindkirina tekoşînê tu carî gav paş de navêt û rêya hevalên xwe şopand û gihîşt asta şehadetê."
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku Fermandar Ebû Emced zilm û binpêkirin li ser gelê xwe qebûl nedikir û wiha pê de çû: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di eniyên şer de li dijî dîktatoriyê şer dikir. Li Helebê li dijî rejîmê şer kir û li herêma Kiwîris şopa berxwedanî û lehengiya wî hîna zindî ye. Paşê, berê xwe da seranserî Sûriyê û beşdarî şerê El-Qisêrê bû. Her wiha piştre piştgirî da şoreşgerên di Cebhet El-Ekrad û yek ji damezrênerê Cebhet El-Ekrad li Helebê û gundên wê bû. Tevî hevrêyê xwe Ebû Leyla ji Minbicê berê xwe dide Kobanê. Bi hevalên xwe re kêliyên lehengiyê di berxwedana dîrokî ya Kobanê de, cihê xwe girt."
Di dewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Leheng Ebû Emced, ti carî ji bo dawîbûna terorê gav paş de neavêtin û ji Kobanê berê xwe da şerê rizgarkirina Girê Spî, Eyn Îsa, Sirîn, Şedadê, Hol û Bendava Tişrînê û li bajarê xwe Minbicê ala serketinê bilind kir û soza da xwe ku bi hevalên xwe yên di Meclîsa Leşkerî de li dijî terorê li Tebqa û Reqayê şer bike. Her wiha Ebû Emced yek ji damezrênerên QSD'ê bû. Ebû Emced ku bi hevreyên xwe re dîrok vejîn dikir û xwest tarîtiyê li ser bajarê Reqayê bi dawî bike û di wê oxirê de, li taxên Reqayê şehîd bû."
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê soz da ku wê li ser şopa fermandarê xwe be û got: "Em hevreyên Fermandar Ebû Emced di Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de, sersaxî ji xwe re, ji gelê xwe yê Rojava-Bakurê Sûriyê û ji malbata wî û gelê Minbicê bi taybet re dixwazin. Em soz didin gelê xwe ku em ê rê, exlaq û lehengiya şehîd Fermandar Ebû Emced ya têkbirina terorê, dewam bikin.
Leheng Ednan Ebû Emced namir e."