Li 3’ê taxên Reqayê şerekî giran heye
Li sê taxên Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de ji şevê dî ve şerekî giran heye. Di şer de 23 çete hatin kuştin.
Li sê taxên Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de ji şevê dî ve şerekî giran heye. Di şer de 23 çete hatin kuştin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di roja 85’an a Pêngava Rizgarkirina Reqayê de bi pêş ve diçin.
Li taxên Diriyê û Berîdê yên li rojavayê bajêr û li Reqaya Kevn ji şevê dî ve şerekî giran heye. Li gorî agahiyên ku hatine standin 23 çete hatine kuştin.
Li her sê taxan jî şer didome.