Cenazeyê şervanê YPG’ê Mehmûd hat veşartin
Bi sedan welatiyên herêmên Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyê şervanê YPG′ê Mehmûd Ecûr li Goristana şehîdan a Til Temirê, veşartin.
Bi sedan welatiyên herêmên Serêkaniyê û Til Temirê cenazeyê şervanê YPG′ê Mehmûd Ecûr li Goristana şehîdan a Til Temirê, veşartin.
Welatiyên bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê cenazeyê şervanê YPG′ê Mehmûd Ecûr ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, ji nexweşxaneya Wetenî ya bajêr wergirtin û ber bi goristana Şehîdan a bajarê Til Temirê ve ketin rê.
Bi sedan welatiyên Til Temirê bi dirûşmeya ″Şehîd namirin″ pêşwaziya karwanê şehîd kirin û îşareta serkeftinê hildan.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Kawa Til Temir axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina tevahî axa welat ji çeteyên DAIŞ′ê da.
Til Temir, diyar kir ku şehîd cangoriyên azadiyê bi xwîna xwe, jiyaneke azad û bi rûmet ava dikin û wiha got: ″Şehîd Mehmûd beşdarî nava refên YPG′ê bû û ruhê berxwedanê ji cîhanê re nîşan da ku wê şoreşa biratiya gelan û neteweya demokratîk bi ser bikeve.″
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê jî Şêxa Xelîl axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rçya şehîdan da.
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û birayê şehîd, Hisên Ecûr anî ziman ku ew bi şehadeta birayê xwe serbilind in û soza domandina têkoşînê da.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê têkoşer di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″û ″Bijî berxwedana YPG′ê″ de, hat veşartin.