Pêngava Reqa: 18 çete hatin kuştin, gelek sivîl hatin rizgarkirin

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ji bo şikandina dorpêça li ser taxên Deriyê û Miurûrê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şikandin. Di şarê qewimî de 18 çete hatin kuştin, gelek sivîl jî hatin rizgarkirin.

Şervanên QSD′ê bi hemû hêza xwe pêşve diçin û dor li taxên Deriyê û Mirûr ên dikevin rojavayê bajarê Reqayê girtine. Di encama êrîşa hewldana çeteyên DAIŞ′ê ya şikandina dorpêçê de, 18 çete hatin kuştin. Her wiha şervanan li taxê 8 jê zarok, 6 jin bi giştî 18 sivîl rizgar kirin.

şervanên QSD′ê sivîlan ku rizgar kirine bi wesayîtên leşkerî yên zirxî digihînin cihên bi ewle û pêwîstiyên xwarin û vexwarinê li wan belav dike.

Şer li her du taxan dewam dike.