ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Ol û bawerî li nava federasyona demokratîk azad in
Li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, her kes bi rengekî azad dikarin bi ol û baweriya xwe bijîn. -
Li Reqa li derdorî Baxçeyê Reşîd û Nexweşxaneya Wetenî şerê dijwar
Şervanên QSD’ê li derdorî Baxçeyê Reşîd û Nexweşxaneya Wetenî bi pêş ve diçin. Çeteyên DAIŞ’ê hewl didin bi wesayîtên bombebarkirî pêşveçûna şervanan asteng bikin. -
Li taxa Mensûr depoyên cebilxaneyan hatin dîtin
Şervanên QSD′ê li taxa Mensûr a dikeve rojhilatê Reqayê, 3 depoyên cebilxaneyê dîtin. -
Cenazeyê du şehîdên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên herêma Efrînê cenazeyê şervanê YPG′ê Welat Bîrhat û şervanê Hêzên Cebhet El-Ekrad ên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, hatin veşartin. -
Bagera Cizîrê: Şervan pêşve diçin, 2 motorsiklêtên bombekirî hatin teqandin
Şervanên Bagera Cizîrê 2 motorsîkletên çeteyan ên bombebarkirî rûxandin, di encamê de du çete hatin kuştin. -
YPG'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 7 şervanên di navbera 4'ê Tebaxê û 10'ê Îlonê de li Reqayê şehîd bûn, eşkere kir. -
Cenazeyên 8 şehîdan li Eyn Îsa hatin veşartin
Şêniyên Eyn Îsa û Reqayê tevî şervanên YPG/YPJ û QSD'ê, bi merasîmekê cenazeyên 8 şervanan veşartin. Şervanan di merasîmê de gotin, wê her tim li ser şopa şehîdan bin. -
Taxa El-Sukne ya Reqayê hate rizgarkirin
Berdevka Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir ku şervanên QSD`ê taxa El-Sukne ya navenda bajarê Reqayê rizgar kirine û Li taxa Mirûr, Emîn û Mensûrê şer didome. -
Cenazeyên 2 şehîdan li Kobanê hatin veşartin
Şêniyên kantona Kobanê cenazeyên têkoşer Demhat Heleb û Arîn Ronahî li Goristana Şehîd Dicle veşartin. -
Şervanên YPJ'ê: Em ê jinên li Dêra Zorê rizgar bikin
Şervanên YPJ'ê yên tevlî Pêngava Bagera Cizîrê bûne gotin, "Armanca me ne tenê rizgarkirina jinên li Dêra Zorê ye. Li ku derê koledarî li jinan bê ferzkirin, em ê li wir bin û jinan rizgar bikin. Em ê têkoşîna xwe geş bikin û azadiyê misoger bikin." -
Li Tirbespiyê cenazeyê 4 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyên 3 şervanên YPG’ê û gerîlayeke HPG’ê yên li cihên cuda şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin. -
Bagera Cizîrê: Şervan ji 2 baskan ve pêş ve diçin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, baskê Ebû Xeşeb 1 km û baskê Ebû Fas jî 5 km pêşve çûn. -
Cenazeyên 2 şehîdan li Minbicê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên du şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin. -
Li Reqayê li taxên Rewda û Emîn şer, 15 çete hatin kuştin
Li Reqayê di navbera Şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li taxên Rewda û Emîn şerê dijwar diqewimin. Di şer de 15 çete hatin kuştin. -
Meclîsa Gel a Sivîl a Dêrazorê tê avakirin
Ji bo avakirina Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, Komîteya Amadekar tê avakirin. -
Li Qamişloyê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Bi hezaran welatiyên Kantona Hesekê û Kantona Cizîrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser wî daketin qadan û dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. -
Fermandara YPJ'ê girîngiya Pêngava Bagera Cizîrê nirxand
Ji fermandarên Pêngava Bagera Cizîrê Rojda Kobanê diyar kir, ku piraniya beşdarên pêngava Dêra Zorê şervanên Ereb in û got, "Eger bi vî rengî dewam bike, em ê di nava du rojan de xwe bigihînin ber çemê Firatê." -
Cenazeyê şehîd Hemed li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hemed Mixlif li navçeya Til Hemîsê hate veşartin. -
Gelên Cizîrê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Bi deh hezar kesên ji herêma Cizîrê îro bi meşeke girseyî gotin; “Azadiya Rêbere Apo azadiya me ye, bê Serok jiyan nabe.” -
Li Sekenê û Mensûr şer çêbû: 23 çete hatin kuştin
Li taxên Sekenê û Mensûrê yên navenda bajarê Reqayê şerekî dijwar rû da. Di şer de 23 çete hatin kuştin. -
Şervan ketin Medînît Siniyeyê ya bi ser Dêrazorê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor derbasî Medînît Siniyeyê ya bi ser Dêrazor bûne. -
Artêşa Tirk a dagirker top avêt herêma Efrînê
Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li Kantonên Efrîn û Şehbayê zerar gihîşt mal û milkên welatiyan. -
Taxeke din a Reqayê hate rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) taxa Mirûr a Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Şer li 5 taxên Reqayê giran e: 47 çete hatin kuştin
Ji duh êvarê û vir ve li pênc taxên Reqayê şerekî giran diqewime. Di vî şerî de 47 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanên QSD'ê." -
'Bagera Cizîrê' wê çi bi xwe re bîne? -ANALÎZ
Bêguman bi temambûna vê pêngavê û gihandina encama wê rêjeyek mezin ji xaka Sûriyê têkeve bin kontrola QSD'ê. Ev jî tê wê wateyê ku ev hêz di avakirina Sûriya nû de wê aktoreke sereke be.