Çeteyên dewleta Tirk gule li hêzên koalîsyonê reşandin
Berdevkê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî Ryan Dîllon Colonel diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk gule li hêzên wan reşandine û hêzên wan jî bersiv dane.
Berdevkê Hêzên Koalîsyona Navneteweyî Ryan Dîllon Colonel diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk gule li hêzên wan reşandine û hêzên wan jî bersiv dane.
Berdevkê Fermî yê Noalisyona Navneteweyî Ryan Dîllon Colonel ji ajansa Reûtersê re axivî û da diyar kir ku li Minbicê hêzên wan ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve hatine gulebarankirin û bersiva vê yekê dan, piştre jî hêzên wan li nuqteyên bi ewle bi cih bûne.
Televizyona CNN ya li DYA’yê weşan dike li gorî nûçeya agahiyan dispêre çavakniyên leşekerî, ragihand ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk gule li hêzên wan ên li Bakurê Sûriyeyê bi cih dibin reşandine û hêzên koalisyonê bersiva vê yekê dan.