4 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin
Ji çeteyên artêşa Tirk ên êrîşî Şehbayê kirin, 4 jê ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Artêşa Şoreşgeran ve hatin kuştin.
Ji çeteyên artêşa Tirk ên êrîşî Şehbayê kirin, 4 jê ji aliyê hêzên YPG/YPJ û Artêşa Şoreşgeran ve hatin kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, duh bi şev li bajarê Marî û gundê Herbel ên Şehbayê liv û tevgera xwe zêde kirin. Piştre artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê top avêtin cih û warên sivîlan ên li Kantona Şehbayê. Ji ber vê êrîşê xisar li malên sivîlan bû.
Artêşa Şoreşgeran û şervanên YPG/YPJ'ê bersiv dan êrîşê. Di encamê de 3 wesayitên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin rûxandin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, 4 çete hatin kuştin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê duh top avêtibûn navenda bajarê Efrînê û di vê êrîşê de 6 sivîl birîndar bû bûn.