Cenazeyên şehîdên Reqayê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa cenazeyê 4 şervanên QSD′ê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Goristana Şehîdên Reqayê, veşartin.
Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa cenazeyê 4 şervanên QSD′ê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Goristana Şehîdên Reqayê, veşartin.
Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê li ber Şaredariya Gel kom bûn û cenazeyên Şervanên QSD′ê Hesen Elî (Ebû Şehid), Ebdelkerîm Feyad (Wehiş), Tariq El-Ibrahîm (Ebû Îbrahîm) û şervanek ku navî wî nehat diyarkirin ên ku demê cuda di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, wergirtin û bi karwanekî wesayîtan, bi wêneyên şehîdan û alên QSD′ê hatibûn xemilandin berê xwe dan gundê El-Hikûmiye yê 20 km dikeve bakurê bajarê Reqayê û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ qîr kirin.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên QSD′ê ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Îsmaîl axivî û got: ″Em bejna xwe li hember têkoşerên ku ji bo azadiyê û biratiya gelan canê xwe feda kirin, ditewînin. Şehîd rêberê tekoşîna me ne, saxin ti car namrin û em ê li ser xeta şehîdan bi meşin.″
Li ser navê Buroya Jinê ya li kampa Eyn Îsa Hemîda Hemdo li ser lehengî û berxwedaniya şehîdan helbestek xwend.
Piştî axaftin bi dawî bûn Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnamên şehîdan radestî malbatên wan kirin û cenazeyên wan li goristanê bi dirûşim û tilîliyan hatin veşartin.