Partiya Lîberal: Gelê Kurd vê biryarê qebûl nake

Endamê Komîteya Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li dijî rêveberên PKK'ê da û got, gelê Kurd wê vê yekê ti carî qebûl neke. Têlo bang li DYA'yê kir ji bo ji biryara xwe vegere.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Lîberal a Kurdistanê ya li Rojava-Bakurê Sûriyeyê Ferhad Têlo li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA'yê ya li dijî sê rêveberên PKK'ê ji ANF'ê re axivî. Têlo got, gelê Kurd û gelên herêmê wê vê biryarê nas nekin.

Têlo bi bîr xist ku dewleta Tirk ji bo şikandina vîna gelê Kurd sond xwariye û DYA û Rûsya jî bi bêdengiya xwe ya li pêşberî dewleta Tirk, kaosa li herêmê giran kirine. Têlo diyar kir, dewleta Tirk palpiştê hêzên terorê yên li herêmê ye û tevî ku ev rastî tê zanîn, hêzên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe li kiryarên Erdogan û partiya wî digirin.

TECRÎDKIRINA OCALAN GEFA LI SER ROJHILATA NAVÎN E

Têlo got, rejîma AKP'ê piştî ku krîzên giran ên li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê dît, tecrîda li Îmraliyê şidand û wiha dewam kir: "Rêber Apo îradeya gelê Kurd e. Dît ku di nava têkoşîna azadiyê de çiqasî bi bandor e, lewma 3 sal in tecrîdkirî ye. Tecrîd roj bi roj tê girankirin. Armanca wan ew e ku îradeya gelê Kurd bişikînin û têkoşîna azadiyê ya Kurdan bê bandor bikin. Bi navê Partiya Lîberal em dibêjin, tecrîdkirina Rêber Apo gefa li ser gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn e."

'DIXWAZIN GELÊN HERÊMÊ LI BER HEV RAKIN'

Têlo bi bîr xist ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê di çarçoveya perspektîfên Ocalan de şoreşek pêk hatiye û di serî de dewleta Tirk gelek hêz hewl didin vê şoreşê bifetisînin.

Têlo got, "Dewleta Tirk a mêtinger faşîst, çawa ku êrîş bir ser Efrînê niha jî êrîşî Girgê Spî, Kobanê, Serêkaniyê û Dêrikê dike. Erdogan çawa ku alîkarî da DAÎŞ'ê, El Nûsra û komên din ên çete, niha jî hewl dide îradeya gelê Kurd û gelên herêmê bişikîne û gelan li ber hev rake."

TIFAQA DIJ BI KURD A RÛSYA Û DEWLETA TIRK

Têlo anî ziman, dewleta Tirk ji bo şikandina îradeya gelê Kurd li aliyekî bi DYA'yê re li aliyê din jî bi Rûsyayê re têkiliyê datîne û got, "Rûsya ku hîn doh digot, 'mafên gelê Kurd hene' û hewl dida me û rejîmê li hev bicivîne, îro xwe nêzî dewleta Tirk kiriye. Hîmê bingehîn ê hewldana tevlîheviyê ku dixwazin li herêma me derxînin, tifaqa Rûsya û dewlet Tirk e."

'KURD VÊ BIRYARÊ QEBÛL NAKIN'

Têlo li ser helwesta DYA'yê jî diyar kir ku hewl dide Kurdan ji hev cihê bike, bi vê armancê dijminatiyê li gelê Bakurê Kurdistanê dike û got, "Sê pêşengên gelê Kurd Birêz Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan, yanî hevrêyên Rêber Apo, sê welatparêz û kesên ku jiyana xwe ji bo demokrasî û azadiya gelê xwe feda kirine, kiriye hedef. Dibêje ku wê xelatê bide kesên ku agahiyan li ser wan bidin. Lê belê DYA baş pê zane ku terorîstê rastî Erdogan e ku destekê dide komên çete. Yên ku li Şengalê civaka me ya Êzidî ji zilma DAÎŞ'ê rizgar kirin, ew parastin û azad kirin; PKK û kadroyên wê yên pêşeng in. Amerîka baş zane bê teror kî ye û çawa ye. Ji ber ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigere, der barê van pêşengan de biryareke wiha daye. Em heta dawiyê li dijî vê biryarê re ne û qebûl nakin."

'JI VÊ BIRYARÊ VEGERIN'

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo bi bîr xist ku DYA, Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Mafên Mirovana Ewropa li pêşberî komkujiyên ku dewleta Tirk li Kurdan dike bêdeng in û got, "Dema ku dewleta Tirk Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê hilweşand, ev hêz û sazî bêdeng bûn. Gava ku bi deh hezaran mirov ji kar hatin avêtin û wekîlên gel hatin girtin, dîsa bêdeng man. Li pêşberî desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan bêdeng man. Hîn jî Erdogan diparêzin. Em dibêjin ku ev êdî nayê qebûlkirin. Bi navê Partiya Lîberal em bang li van hêz û saziyan dikin ku ji van biryarên xwe yên li dijî Kurdan vegerin."