QSD: Di Bagera Cizîrê de bi dehan terorîstên DAÎŞ'ê hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand, di Pêngava Bagera Cizîrê de derbên giran li çeteyên DAÎŞ'ê hatine xistin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bîlançoya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir ku ji nû ve dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, derbên giran li çeteyan hatine xistin û hêzên koalîsyonê jî operasyon li çeteyan kirine.

'BI DEHAN TERORÎST HATIN KUŞTIN'

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Eniya Hecînê: Hêzên me li dijî gelek nuqteyên terorîstên DAÎŞ'ê çalakî pêk anîn û di navbera şervanên me û terorîstan de şer qewimî. Di şer de bi dehan terorîst hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Hêzên me her wiha dest danîn ser gelek cebilxaneyên terorîstan. Bi dehan mayinên ji aliyê terorîstên DAÎŞ'ê ve hatibûn bicikirin ji aliyê çeteyên me ve hatin bêtesîrkirin. Gelek tunelên çeteyan hatin îmhakirin.

Balafirên şer ên hêzên koalîsyona navneteweyî li dijî gelek nuqteyên terorîstan operasyon kirin û di van operasyonan de gelek terorîst hatin kuştin. Çend ji baregehên ku terorîstan xwe lê vedişartin hatin îmhakirin. Li herêmê şer hîn dewam dike."

BÎLANÇO

QSD'ê li ser bîlançoyê jî ev agahî da:

"2 tunelên terorîstan, 3 cihên ku mayin lê dihatin çêkirin, 15 baregeh, 4 depoyên cebilxaneyan, 2 baregehên ku terorîstên biyanî lê bûn, baregeheke êrîşê ya terorîstan, navendeke ku serçete lê bûn û fuzeyeke terorîstan hatin îmhakirin.

Balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî bi 38 caran bomberdûman kirin.

Gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin."