Cenazeyê du şehîdên azadiyê li Dêrikê hatin veşartin

Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervana YPJ’ê Sûltan Bolca û şervanê YPG’ê Erdal Ozdemir bi merasîmekê bi heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi hezaran welatiyên Dêrikê cenazeyên şervana YPJ‘ê Sûltan Bolca (Roniya Nisêbîn) û şervanê YPG‘ê Erdal Ozdemir (Zinar Çiya) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajêr wergirtin û bi karwanekî sedan wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê darbesta şehîdan ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşme û nîşaneyên serkeftinê hate pêşwazîkirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxsitin.

Ji fermandarên YPJ’ê Nûjiyan Xêrkê axivî sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest û wiha got; “Em soz didin ku  em ê rêya şehîdan bişopînin û nirxên mirovahiyê biparêzin."

Li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Seyîd Sîpan jî axivî û wiha got; “Projeya Netewa Demokarîk çareseriya herî guncaw e ji bo aloziya Sûriyeyê. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî sivîlan dixwaze projeya Netewa Demokratîk têk bibe û herêmên ji niştecihên wê yên resen vala bikin."

Piştre nasnameyên şehadetê yên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hate kirin. Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.