Cenazeyê şervanê YPG’ê Xetîb bi merasîmekê spartin axê

Bi tevlîbûna sedan welatiyên Taxa Şêxmesûd a Helebê û şervanên YPG/YPJ’ ê canazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Xetîb (Fedkear Heleb) ê dema li ser erka xwe şehîd bûbû, li Goristana Gundê Nebo spartin axê.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed Xeîb (Fedekar Heleb) ji Navenda Heyva Sor a Kurd a taxê ber bi Goristana Gundê Nebo ya bi rê ket.

Li Goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Paşê, Rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Kurdistan Elîko sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Ji fermandarên YPG‘ê Zagros Efrîn jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, Şehîd Fedekar û hemû şehîdên azadiyê îsbat kirin ku ew aşiqên azadiyê ne ku ji bo pêkanîna demokrasiyê û jiyaneke bi rûmet berdêl dane. Efrîn soza şopandina rêya şehîdan dan.

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso got: "Armancên projeya Netewa Demokratîk yekîtî û hevgirtina hemû pêkhateyane. Tevlîbûna xwîna hemû pêkhateyan felsefeya fedekarî ya ber bi jiyana azad e."

Piştre jî nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Melek Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman ve spartin axê.