Li Dêrikê êrîşên dewleta Tirk û DYA hate protestokirin

Welatiyên Dêrikê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan. Di çalakiyê de êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê û biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê jî hate şermezarkirin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê li Qada Azadî kom bûn û bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi ala û sembolên Bakurê Sûriyeyê meşiyan. Di meşê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê hatin şermezarkirin.

Meş li Qada Şehîdan a navenda bajarê Dêrikê veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ebîd axivî û got; “Dewleta Tirk a dagirker xak û nirxên me binpê dike û hewl dide destkeftiyên ku bi saya têkoşîna şehîdan û berxwedana gel hatine bidestxistin têk bibe. Em ê tu carî derfetê nedin tu kesî ku destên xwe dirêjî xaka me bike û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Ebîd têkildarî biryara Amerîkayê li dijî her sê pêşengên tevgera rizgariya Kurdistanê axivî û wiha got; “Biryar dewama komployan e. Fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çavkaniya hemû gelên azadîxwaz e. Hemû dewletên desthilatdar dixwazin bazirganiyê li ser xwîna gelê me bikin da ku berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin."

Ebîd tekez kir ku divê asta têkoşînê û berxwedanê bilind bibe da ku azadiyê bi dest bixin û wiha domand;”Sembolên azadiya gelê Kurd xetên sor in, tu carî nayê qebûlkirin ku tu kesê nêzî wan bibe û her sê pêşengên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê di dilê gelê Kurd û gelê azadîxwaz de dijîn.”

Mîtîng bi dirûşmeyan bi dawî bû.