Li Reqayê serçeteyek hate girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqayê serçeteyekî DAÎŞ'ê girtin. Li Dêra Zorê jî cebilxaneyeke vê koma çete dîtin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, li Reqayê di operasyoneke taybet de serçeteyekî DAÎŞ'ê hatiye girtin. Di daxuyaniyê de hate gotin, pêwendiya serçeteyî bi kuştina Şêx Beşr El Hiwêdî heye.

QSD'ê da xuyakirin, heta ku her kesên eleqeya wan bi kuştina El Hiwêdî hene werin girtin wê operasyonên xwe bidomînin.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Dêra Zorê jî li depoya dibistana Ebû Hemamê cebilxaneyek komên çete dîtin. Piştî ku gundiyan madeyên bi guman dîtin û îxbar kirin, hêzên ewlekariyê dest bi operasyonê kirin.

Li dibistanê gelek mayinên ji bo teqandinê hatibûn bicihkirin, hatin tespîtkirin. Teqemenî ji aliyê tîmên taybet ên Hêzên Ewlekariya Navxweyî ve hatin pûçkirin. Li depoyê zêdeyî 700 topên hewanê hatin dîtin.