Cenazeyê  du şervanên QSD’ê hatin veşartin

Welatiyên bajarokê El-Besîra yê Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD’ê Cemal El-Hindî (Sermend) û Mahêr El-Şinan (Mahêr) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarokê El-Besîra yê Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD’ê Cemal El-Hindî (Sermend) û Mahêr El-Şinan (Mahêr) ku 5’ê Mijdarê di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên QSD’ê merasîmek leşkerî lidarxistin. Piştre li se navê QSD’ê fermandar Ewad Idrîs axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Li ser navê malbatên şehîdan jî Wîsal Hezza axivî û got; “Em soz didin ku em ê rêya şehîdan bişopînin û armancên şehîdan pêk bînin.”

Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.