Gelê Kobanê li dijî dagirkeriyê daketin qadan

Bi hezaran welatiyên Kobanê bi dirûşma ‘Êrîşa li ser Kobanê êrîşa li ser mirovahiyê ye’ li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daketin qadan.

Bi hezaran welatiyên Kobanê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navdewletî meşek lidar xist. Gelê Kobanê peyama "Na ji biryara Amerîkayê li dijî pêşengên tevgera rizgariya Kurdistanê re.” hate dayîn.

HIŞYARIYA 'KETINA TEVGERÊ YA DAÎŞ'Ê' HATE KIRIN

Meşê ji Qada Jina Azad destpê kir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Di mitîngê de dirûşmeyên “Êrîşên li ser Kobanê êrîşên li ser mirovahiyê ye”, “Êrîşên li ser Kobanê vejandina çeteyên DAÎŞ`ê ye” û “Na ji bêdengiya navdewletî re” hatin birêzkirin.

Di çalakiyê de wêneyên zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Til Finder ê rojavayê Girê Spî de şehîd bûbû, hatin hildan.

'DEWLETA TIRK LI PEY TEVLÎHEVIYÊ YE'

Di mitîngê de Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mistefa Îto û ji rêveberên Kongreya Star Almaz Romî axivîn. Di axaftinan de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Kobanê û Girê Spî û qetilkirina zaroka bi navê Sara Mistefa (6) hatin şermezarkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanca êrîşên dewleta Tirk ew e ku projeya demokrtîk têk bibe û tevlîheviyê di navbera gelê herêmê de çêke û hate diyarkirin ku armanca artêşa Tirk ku çeteyên DAÎŞ`ê careke din bixe nava liv û tevgerê.

Dîsa di axaftinan de biryara DYA ya li ser sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê jî hate şermezarkirin. Hate gotin ku divê hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrîşan bibin yek û li dijî plangeriyên dagirkeriyê têkoşînê bikin.

Dewleta Tirk a dagirker di dawiya meha Cotmehê de êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybet kantona Kobanê û Girê Spî kir. Di encama wê de zerarên madî di mal û milkên welatiyan de çêbûn, her wiha du endamên hêzên Erka Xweparastinê û zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa şehîd bûn.