Eşîrên Ereban: Em li gel QSD’ê ne; dewleta Tirk şermezar dikin
Eşîretên Herêma Firatê, da xuyakirin ku QSD’ê destek dikin, wê neyên lîstikên dewleta Tirk a dagirker.
Eşîretên Herêma Firatê, da xuyakirin ku QSD’ê destek dikin, wê neyên lîstikên dewleta Tirk a dagirker.
Ji 3 hêzên herî mezin ên êlên Ereban El-Evdalê, Cîs û El-Neyîm li herêma Firatê tevlî civîneke QSD’ê ya li herêma bajarokê Sirînê hate lidarxistin bûn.
Civîna ku li Navenda Çandê ya Sirînê hate lidarxistin, bi dehan rûspî û êlên Ereb û Kurd beşdar bûn.
Endamê Buroya Têkiliyan a QSD`ê Ezîz Ehmed axivî û got ku hikûmeta Tirkiyeyê ji şerê leşkerî zêdetir bi şerê taybet û derûnî dixwaze aloziya li Sûriyeyê zêdetir bike. Ehmed tekez kir ku Tirkiye û hin dewletên din dixwazin welatiyên Sûriyeyê bi hev bixin.
‘HETA DAWIYÊ EM Ê QSD’Ê DESTKE BIKIN’
Rûspiyê êla El-Evdalê Hac Xelîl jî axivî û got: "Em soz didin heta yek kes li nava DAÎŞ’ê mabin û aştî li Sûriyeyê pêk were em ê li gel QSD’ê cih bigirin.Em bi şerê taybet ên dewleta Tirk naxapin.
Ev civîn piştî çend hefteyan ya civînên ku QSD`ê bi êl û rûspiyên êla El-Emîrat li bajarokê Sirîn a herêma Firatê re p, pêk hat.
Ev civîn piştî civîna QSD’ê ya bi eşîreta El Mmîrat a herêma Sirînê pêk hat û şûnde re hate kirin.