Cenazeyê El-Rîbah û El-Cerah hatin veşartin

Bi tevlêbûna bi hezaran kesî cenazeyê endamê Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Şewket El-Rîbah û şervanê QSD‘ê Ebdulrehman El-Cerah bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemada hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê El Rîbah û şervanê QSD’ê El-Cerah ji gund Ebû Xeşeb ê dikeve gundewarê rojavayê Dêra Zorê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesatîtan pêk dihat ku bi wêneyên herdu şehîdan û alên QSD‘ê hatibû xemilandin ber bi Goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya gundê Ebû Xeşeb ve ketin rê.

Kerwanê cenaze bi gihiştina goristanê re ji aliyê sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. Li vir merasîmeke leşkerî ji aliyê QSD‘ê ve hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên QSD‘ê Dilşêr û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Merwan Fiteyih axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û berxwedana şervanan a parastina ewlehiya herêmê hate silavkirin. Hate gotin ku armaniya herêmê berhemên keda şehîdan e

Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîda Beşar Semsedîn nasnameya şehîdbûna herdu şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeya de hatin veşartin.