Xaka ku lê jidayik bûyî jê re bû tirsa mezin

Nûrî yê  8 salî ku piştî dewleta Tirk Efrîn dagir kirî demekê neçar ma ku li Efrînê bijî, ji ber tirsa ku jiyayî beriya ku dagirkerî bi dawî bibe dixwaze li Efrînê vegere.

Ev 10 meh derbas bûn ku dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagir kirine. Ji roja pêşî ve xest, êşkence, talan, tecawiz û komkujiya dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser navenda Efrînê û gundên wê didome.

Nûrî yê 8 salî ji gundê Hecî Heska ya Efrînê ye. Piştî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wan li gel malbatê neçar dimînin ku ji Efrînê derkevin. 

Nûrî û malbata wî piştî ku ji Efrînê derketin li navçeya Zeyhrayê ya Ezazê bi cih bûne. Piştî ku xizmên wan ên ku li Efrînê mane ji wan re gotin heke venegerin Efrînê wê dest li ser mal û milkê wan deynin, bav Şikrî Nûrî diya xwe ya 60 salî û Nûrî dişîne Efrînê. Lê dema ku Nûrî li gel pîrika xwe diçine Efrînê dibînin tiştek ne weke ku dibêjin e û çeteyên Ehrar El Şam li mala wan bi cih bûne.

JI BO KU LI MALA XWE BIMÎNIN HER MEH 100 DOLARÎ DIDIN

Nûrî yê 8 salî dibêje dema ku ew û pîrika xwe diçine malê dibînin ku çete li mala wan bi cih bûne, di ber pereyan de karîbûne ku biçine mala xwe, li mala wan li qatekê çete û li qata dî ew dimînin û got, ''Lê her meh dîsa tên. Dixwazin ku em ji malê derkevin. Tim bi çekê gefê li me dixwin. Guleyan diteqînin. Em jî ji bo ku me ji malê dernexinin her meh 100 dolarî didin wan.''

Nûrî yê ku bi zarokiya xwe bûye şahidê gelek bûyeran diyar kir çete tim mirovan dibin û êşkenceyê li wan dikin. Nûrî ku diçe dibistanên ku alayên Tirk li ba dibin, leşker û polîs lê ne, wiha didomîne: ''Her demê bi ser mala me de digirtin, tim kesên biçek li kuçeyan digerin û guleyan diteqînin. Pir tirsiyam, min ji bavê xwe re got. Li ser vê bavê min bi rêya yekî ez ji wir derxistim.''

Nûrî dibêje beriya ku Efrîn were dagirkirin ew qet neditirsiya lê piştî ku Efrîn hatiye dagirkirin pir ditirse û got, çete heta ku ji Efrînê dernekevin ew naxwaze li Efrînê vegere.

'KURÊ MIN HÊ JÎ DITIRSE'

Bavê Nûrî Şikrî Nûrî jî got, kurê wî hê tirs ji ser xwe nevaêtiye û travmaya Nûrî wiha vegot: ''Çete her şev diketin malê, derî dişkandin û êrîş dibirin ser kurê min û diya min. Dixwestin ku diya min jî ji malê derxînin. Li ser vê pere dixwestin. Her meh pere diddan. Lê disa bi ser malê de digirtin. Kurê min tim ditirsiya. Li min geriya û got, ''Bavo, min ji vir derxîne''. Li ser vê bi navbeynakariya yekî min kurê xwe ji wir derxist. Lê diya min hê li wir e, ji ber wê hê jî fikarên min hene.''

Şikrî Nûrî got kurê wî piştî ku vegeriyaye jî, hê jî tiştê ku jiyayye ji bîr nekiriye û domand, ''Kurê min her ku telefon lêdide ditirse. Tim dibêje, ''Bi pîra min re biaxive. Ew ê werin û lê bixin, wê ji mal bikin der''. Li ber çavê kurê min pir gule teqandine, li mirovan xistine çeteyan, ji ber vê pir tirsiyaye.''