Gelê Serêkaniyê li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Gelên li Serêkaniyê dijîn êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin. Di çalakiyê de biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê jî hate şermezarkirin.

Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê li Sûriyeyê bê hêz bûn, dewleta Tirk a dagirker êrîşî sîstema demokratîk a Bakurê Sûriyeyê kir. Îro hemû pêkhateyên Serêkaniyê û Zirganê li dijî dagirkeriyê daketin kolanan û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bersiv dan êrîşên dewleta Tirk a dagirker. Her wiha di meşê de biryara Amerîkayê ya dijî pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê jî hate şermezarkirin.

Gelê Serêkaniyê û Zirganê bi alayên YPG/YPJ, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik, Dûran Kalkan, alayên QSD’ê ji ber avahiya Mala Gel a Serêkaniyê, heta Çerxerêya Şehîdan meşiyan.

Di meşê de pankartên “Em êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar dikin” û “Tevahiya gelê Kurd û gelên azadîxwaz ji dagirkeriya Erdogan re dibêjin NA” hatin vekirin. Li Çerxerêya Şehîdan daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Li ser navê gelên Serêkaniyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Ehmed daxuyanî xwend û wiha hate gotin;

‘BAKURÊ SÛRYIYEYÊ WÊ STÛYÊ XWE XWAR NEKE’

“Bila dewleta Tirk baş bizane ku gelê Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe, ne li gorî ku ew difikirin ku em serê xwe ji bo wan daxin û hemû tiştên wan pêk bînin. Em gelek in ku me ji hemû cîhanê re îspat kiriye ku me ji tu desthilatdaran re serî netewandiye û em ji derveyî berxwedanê tu rêyên din nahilbijêrin. Me daye îspatkirin ku hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê yekdest in û stûyê xwe tu caran li ber dagirkeran natewînin.

Em îro bi hemû pêkhateyên Serêkaniyê û navçeyên xwe piştgiriya xwe ji bo pêşengên xwe diyar dikin ên ku rêya azadiyê û demokrasiyê ji me re ronî kirine. Em ê têkoşîna xwe heta bidestxistina azadiya hemû gelan bidomînin. Em bang li DYA'ê dikin ku li pey dewleta Tirk a dijberê hêviyên gelên herêmê nemeşe û li rex gelên bindest û azadîxwaz bisekine."