Cenazeyê 4 şehîdan li Minbicê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin

Welatiyên Minbicê cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Farûq Mehmûd El-Elî, Henî Nasrdîn El-Abdullah, Mihemed Xelêf El-Xelef û Îbrahîm Welîd El-Mistefa bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîdan a Minbicê veşartin.

Bi hezaran welatiyên Minbicê cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Farûq Mehmûd El-Elî, Henî Nasrdîn El-Abdullah, Mihemed Xelêf El-Xelef û Îbrahîm Welîd El-Mistefa ku dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya Firatê ya bajêr wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bi goristanê ve birêketin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanên Hêzên Ewlehiya Navxweyî merasîmeke leşkerî lidar xist. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Minbicê Kefa El-Elî, Fermandarê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Ciwan Ehemd, Serokê Partiya pêşerojê ya Sûriyeyê Îbrahîm El-Qeftan, Serokê Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El-Maşî û li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokrartîk a Minbic û gundewarên wê Elî El-Cemîl axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û wiha hate gotin; “Têkoşîna me wê bidome. Minbic şehîdekê dide hezar şervanan dafirîne. Dixwazin bi van êrîşan ewlehî û aramiya bajêr têk bibin û armanca wan têkbirina projeya netewa demokratîke. Bi saya şehîdan gelê herêmê biewle dijîn û şehîd ji bo gel canê xwe feda dikin.”

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Girseya gel cenazeyê her çar şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.