Li Şehbayê teqîn: 3 zarok birîndar bûn

Di teqîna bombeya li Şehbayê de 3 zarokên li Kampa Efrînê birîndar bûn.

Li Herêma Şehba dema ku 3 zarokên li Kampa Efrîn li rojavayê kampê li bejahiyê dilîstin, bombeyeke çeteyên DAÎŞ’ê ya ku ji berê çandibûn, teqiya. Zarokên bi navê Mihemed Midewir Şêxo (7), Werdê Şêxo (7) û Cefer Şêxo (12) di teqînê de birîndar bûn.

DERMANKIRINA WAN DIDOMIN

Zarokên ku birîndar bibûn rakirin beşa lezgîn a Avrîn a li navçeya Fafin a Şebayê. Rêveberên beşa lezgîn ragihandin ku li cihên cuda yên bedena zarokan birîn hene û dermankirina wan didomin.