Cenazeyê endamê YCR'ê Mihemed Etiya hate veşartin

Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) Feyiz Mihemed Etiya bi li goristana Serêkaniyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyê endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) Feyiz Mihemed Etiya ku li Qamişloyê dema bi erka xwe radibû şehîd bû, bi merasîmekê li goristana Serêkaniyê veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyekê rêz hate girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sîmayîl Ferhan axivî û got; "Hebûna me ya li vir bersiva pêwîst a li Erdogan û çeteyên wî ye."

Ji fermandarên QSD’ê Cesûr Amûdê jî got; "Li herêmê li dijî dagirkeriya faşîst pêwîstî bi yekîtiyê heye. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dixwaze projeya neteweya demokratîk têk bibe, gelên herêmê koçber bike û li cihê wan çeteyan bi cih bike."

Piştre nasnameya endamê YCR'ê Feyiz Mihemed Etiya hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. 

Girseya gel cenaze li ber dirûşm û tilîliyan veşart.