Li Cerablûsê pêkanînên rewşa awarte

Li Cerablûsê leşker û îstixbareta Tirk piştî nimêja Înê ji bo ku gel çalakiyan pêk neîne derdora hemû mizgeftên li bajêr dorpêç kirin.

Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku îro dewleta Tirk a dagirker bi gumana ku wê gelê Cerablûsê pêkanînên dagirkeriyê protesto bikin bi tank, leşker, doçka derdora hemû mizgeftên bajêr dorpêç kir. Çavkaniyan ragihandin ku piştî nimêja Înê gel neçar ma belav bibe û kesên ku dixwestin derdora mizgeftan wêneyan jî bikêşin ji aliyê leşkeran ve hatin girtin.

NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ ZÊDE DIBIN

Nerazîbûna gelê Cerablûsê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê her diçe zêde dibe. Beriya çar rojan li pêşiya navenda polîsan teqînek çêbûbû û roja piştî wê jî gelê Cerablûsê ji bo derketina dewleta Tirk ji Cerablûsê serî rakiribûn. Çavkaniyan diyar kirin ku dewleta Tirk nikare gel bi rê ve bibe û gel jî dixwaze dawî li dagirkeriyê were.

Li Cerablûsê ya ku ev 2 sal e dibin dagirkeriya Tirk de ye, gel ji bo bidawîkirina dagirkeiryê çalakiyan lidar dixe.