4 endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Minbicê şehîd bûn

Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Minbicê ragihand ku di êrîşa 11’ê Mijdarê ya li dijî benda kontrolê de 4 endamên wan şehîd bûne.

Hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Minbicê têkildarî êrîşa 11’ê Mijdarê ya li dijî benda kontrolê ya El Şîweha El Xîzewî daxuyaniyek nivîskî da.

Hate ragihandin ku şev seat 12:30’an de komekê êrîşî benda kontrolê ya El Şîwehe El Xîznewî kirine û di êrîşê de 4 endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di êrîşê de demanceyên bêdeng hatine bikaranîn.