Cenazeyê 4 şehîdên QSD û YPG’ê hatin veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê El-Besrawî (Timsah) û Fîras Mihemed (Zagros Hesekê) û şervanên QSD’ê Abdulqadir Xidir û Casim El-Ayid (Demhat) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin.

Bi hezaran welaityên bajarê Hesekê cenazeyê şervanên YPG’ê El-Besrawî (Timsah) û Fîras Mihemed (Zagros Hesekê) û şervanên QSD’ê Abdulqadir Xidir û Casim El-Ayid (Demhat) ku di demên cuda de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajêr wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Hesekê Welîda Botî, ji fermandarên YPG`ê Şiyar Hesekê û li ser navê  Rêveberiya Xweser Hisên Elî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên her çar şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku şehîd ji bo azadiya gelê herêmê canê xwe feda dikin.

Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hate kirin. Girseya gel cenazeyê her çar şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.