Li Şehbayê teqîn: 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn
Li navçeya Ehres a Şehbayê mayînek teqiya û 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn.
Li navçeya Ehres a Şehbayê mayînek teqiya û 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn.
Hate ragihandin mayîn ya dema ku çeteyên DAÎŞ’ê Şehba dagirkiribû li herêmê çandine.
Di teqînê de Ebdo Bekîr Dodeqa (8), Mîrvan (10) û Yûsif Xelîl (24) birîndar bûn.
Birîndar rakirn Nexweşxaneya Avrîn. Hate ragihandin ku metirsiya mirinê li ser jiyana birîndaran nîne.
Roja Dûşemê jî li gundê Til Qirah ê navçeya Ehras mayîna çeteyên DAÎŞ’ê teqiya bû û zarokê bi navê Cûma Ûmer mirîbû.