ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.
Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Şerê navbera Îsraîl û Îranê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk destnîşan kir ku perspektîf û banga Rêber Apo ji bo avakirina enternasyonalekê gelekî guncaw e.
Zanyarê siyasetê Dr. Jan Yasîn Sûnca diyar kir ku armanc tinekirina Îranê ya bi temamî nîne û got, dojeha mezin a ku rû bide, kes wê nikaribe kontrol bike.
Parêzer Yûsûf Çakas ragihand ku ji bo rêveçûna pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û destnîşan kir, gavên ji bo mafê hêviyê bêne avêtin wê ji bo aştiya mezin a li vê xakê bibe gavek.
Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' ya li Strasbourgê destpê kir, bi meş, nobed û panelan banga aştiyê bilind kir. Banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo pêngav gihand asteke nû.
"Bêyî jin şoreş nabe" ev peyva ku ji çiyayên Chiapas ê Meksîkayê derketiye, ne tenê sembola têkoşîna gelan e, di heman demê de sembola têkoşîna hemû jinên bindest e.