Li gundê Ebû Hemamê pêşiya qetlîamekê hate girtin

Yekîneyên Taybet ên Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Dêra Zorê gelek teqemeniyên di dibistana gundê Ebû Hemamê de bêbandor kirin.

Hêzên Ewlekariya Navxweyî yên Dêra Zorê li ser giliyên gundê Ebû Hemamê yê herêma Elbesîra ya Dêra Zorê, gelek teqemeniyên di dibistana gund de bêbandor kirin û pêşiya qetlîamekê girtin.

Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya herêma El Besîra, Mihemed Şihade ji ANHA’yê re axivî û got: “Duh li gundê Ebû Hemamê kesekî ji hêzên me re got ku, li dibistana gund madeyên bi guman hene. Me dît ku gelek teqemenî li dibistanê heye. Yekîneyên me yên taybet hatin û ev teqemenî bêbandor kirin. Hêzên me di depoyekê de gelek hawan û topên tankan dîtin û ev tişt wekî mayînan hatibûn amadekirin.”

Şihade diyar kir heta ku xebatên wan biqede,  ew ê nehêlin mamoste û şagirt werin dibistanê.

Endamê Yekîneya Taybet ê Hêzên Ewlekariya Navxweyî Himêdî El Salih jî got: “Mayîn li kanalîzasyona dibistanê hatibûn bicihkirin. Heke ev teqemenî biteqiyana wê qetlîameke mezin pêk bihata.”