Li Reqayê cenazeyê du şehîdan spartin axê

Welatiyên Reqayê cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Elî El-Senayîl û Elî El-Cirêb bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Reqa û gundewarên wê cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî Elî El-Senayîl û Elî El-Cirêb ên ku dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiyê spartin axê.

Girseya gel li Çerxerêya Firûsa kom bûn, piştî wergirtina cenazeyê şehîdan bi karwanekê wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Rêveberê Komîteya Hindirîn a Reqayê Îvan Xelîl, Rêvebera Meclisa Cezra Xedîce El-Hemed û endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesan Elo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan dan. Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê herdu şehîdan li goristanê veşartin.