Gelê Qamişlo êrîşên Tirk û DYA protesto kirin

Gelê Qamişlo êrîşên dewleta Tirk û biryara DYA ya li ser pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi meşekê protesto kirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û biryara DYA’yê ya li dijî 3 pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan bi meşekê protesto kirin. Bi sedan kes tevlî meşê bûn.

Meş ji Çerxerêya Sewamai ya taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve destpê kir. Di meşê de alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Cemîl Bayik, Mûrad Karaylan û Dûran Kalkan hatibûn hildan û dirûşmeyên "Bimre Erdogan, qatilê zarokan" êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê û biryara DYA‘yê û silavkirina QSD‘ê hatin qîrkirin.

Meş li ber Goristana Şehîd Delîl Sarûxan rawestiya. Li vir piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê hate girtin û şûnde mîtîngek hate kirin. Piştre jî Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê bajarê Qamişlo Masûm Hesen axivî û êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û diyar kir ku gelên herêmên çeteyên DAÎŞ‘ê têk dibin. Tirkiyê bi êrîşên xwe dixwaze tola çeteyên xwe rake.

Hesen di berdewama axaftina xwe de got: "Gelo tu kesî ji xwe pirs kiriye ku sedema aloziya mirovahiyê û wêrankirin û kuştina mirovan çi ye? Gelo kê hiştiya mirovahî bê îrade bimîne. Bersiv ew e ku her kes dixwaze berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê herêmê pêk bîne û ew kesên ku gel diparêzin tine bikin. Delîlê vê yekê biryara dawî ya dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya li dijî sê pêşengên ku jiyana xwe xistine parastina doza gelê xwe."

Mîtîng bi dirûşim û girîngiya yekîtiyê ya li dijî hêzên komploger ve bi dawî bû.