QSD'ê li Hecînê 1200 sivîl rizgar kir

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniya Hecînê ku li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şerekî giran heye, van 24 saetên dawî 1200 sivîl rizgar kirin.

Li eniya Hecînê ya Dêra Zorê di navbera QSD'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî giran heye. Hêzên QSD'ê ji bo sivîlên di nav şer de mane rizgar bike korîdorê vedike.

Li gorî jêderên QSD'ê ji êvara Duşemê ve zarok û jin jî di nav de 1200 sivîl hatin rizgarkirin.

Diyar bû ku sivîlan li gel Hêzên Ewlehiya Navxwe dişînin qadên ewle. Dîmên operasyona rizgarkirina sivîlan ji hêla ANH'yê ve hatin weşandin. Di dîmenan de tê dîtin sivîlan bi wesayitan dibin qadên ewle.

QSD ji 10'ê Îlonê ve li Hecînê ya ku di bin dagirkirina DAÎŞ'ê de paqij bike, operasyonan dike.

Di van operasyonan de ya li herêmên ku di dest DAÎŞ'ê de ne, çete bi zorê çekan didin sivîlan û carinan jî wan dikin mertalên zindî.