Cenazeyê şervanên QSD’ê Sîpan û Qendil hatin veşartin

Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanên QSD’ê Mihemed Ehmed (Qendîl Serêkaniyê) û Xelîd Bidêwê (Sîpan) bi merasîmekê li goristana şehîdan a Serêkaniyê veşartin.

Bi sedan şêniyên Serêkaniyê cenazeyên şervanên QSD’ê Mihemed Ehmed (Qendîl Serêkaniyê) û Xelid Bidêwê (Sîpan) ku 24’ê Mijdarê li Dêra Zorê şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê oxir kirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Îsmaîl Ferhan axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got: "Em bi şehîdên xwe ji hemû herêman ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir, serbilind in. Bi saya fedakariya wan em niha jiyaneke birûmet û hevbeş pêk tînin. Em soz didin ku em ê rêya şehîdan bişopînin.”

Ji fermandarê QSD’ê Cesûr Amûdê jî axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest. Piştî axaftinan nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê veşartin.