Şahidên Efrînê behsa komkujî û talanê kirin

Ên ku şahidî ji komkujî û talana dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê kirin gotin, bi talanê malê gel dixin, asîmîlasyonek giran heye û dixwazin ku demografiyê biguherînin.

Di Forûma Navnetewî de ya Li Efrînê Guherîna Demografîk û Paqijiya Etnîk, şahidên komkujî û talana dewleta Tirk a dagirker û çeteyan axivîn.

Şahidan diyar kirin dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê bi her cure çekên teknolojîk êrîş biriye ser Efrînê, li qada navdewletî li dijî komkujî û hilweşandina li Efrînê ti helwestek nehatiye nîşandan.

Şahidan bi bîr xistin dewleta Tirk a dagirker bêyî ku bibêje ev zarok, jin an jî hêza leşkerî ye, hemû herêmên Efrînê bombe kirine. Yek ji şahidan got dema ku ew ji Cindirêsê derdiketin balafiran bombe bi ser wan de barandine, birayê wî hatiye kuştin û ji maliyan hin jê birîndar bûne. Şahidan her wiha gotin birîndarên li Nexweşxaneya Avrînê jî bûne amanca dagirkeran.

Şahidan diyar kirin di êrîşên dewelata Tirk a dagirker û çeteyên wê de, ku 58 rojan domand, gelek zarok jî hatine kuştin. Şahidan gotin bi zorê Kurd ji malên wan hatine derxistin, çete li şûna wan hatine bicihkirin, Kurdî hatiye qedexekirin, Erebî û Tirkî hatiye ferzkirin û tê xwesetin ku bi demografiya Efrînê bilîzin.

Şahidên dagirbûna  Efrînê gotin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan li Efrînê sivîlan dîl digirin, êşkenceyê li wan dikin û ji bo ku werin berdan fidyeyê dixwazin lê li gel vê hovitiya dewleta Tirk û çeteyan jî civaka navnetewî xwe kerr dike û gotin, ''Erdogan ê faşîst dixwaze bi demografiya Efrînê bilîze û Kurdan ji Efrînê derxîne.''

Şahidan her wiha gotin dema ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çûne Efrînê, bi fikara ku tişta bi serê gelê Şengalê hatî yê bi serê wan were neçar man ku koç bikin û diyar kirin dagirkeran dest li ser mal û milkên wan danîne.

Keçeke biçûk a 5 salî jî got dibistana wan û mala wan hatiye bombekirin û ji bo vê jî neçar mane ku koç bikin.

Jineke Êzîdî ya bi navê Eyşê ya ji gundê Qebare jî got dewleta Tirk û çeteyên wan gundê wan talan kirine, perestgehên wan kavil kirin, darên wan birîne.