Cenazeyê şervanê YPG’ê Hisên hate veşartin

Welatiyên Amûdê cenazeyê şervanê YPG’ê Îbrahîm Hisên (Lorens) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsmaîl veşartin.

Bi sedan welatiyên Amûdê cenazeyê YPG’ê Îbrahîm Hisên (Lorens) ku 24’ê Mijdarê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, ji navenda tenduristiyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Hevserokê Desteya Hundirin a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û wiha got; “Rêgezê biratiya gelan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê bang dike li Rojava diyar dibe, ciwanên herêmê ji bo azadiyê û jiyaneke bi rûmet berdêlên giranbûha didin."

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Girseya gel cenazeyê şervanê YPG’ê Îbrahîm Hisên (Lorens) bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.