Cenazeyê şehîd Lewend li Til Temirê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Bedran Şêx Elî (Lewend) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li navçeya Til Temirê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD'ê Bedran Şêx Elî (Lewend) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, li navçeya Til Temirê hate veşartin.
Bi sedanê welatiyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji bo veşartina cenazeyê şervanê QSD'ê Bedran Şêx Elî, ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de ya 'Şerê Tinekirina Terorê' şehîd bû, li goristana Şehîdan li kom bûn.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Ji fermandarên YPG'ê Serhed Demhat, endama Kongreya Star Nofa Kotê û Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Tahir Yûnis axivîn.
Qisekeran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soz dan ku wê li ser şopa şehîdan bin.
Her wiha diyar kirin ku çeteyên DAÎ'Şê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nefesa dawî didin û gotin, serketinên hatine bidestxistin, berhema xwîna şehîdan e.
Rêvebera Kongreya Star Çinar Yûsif wesîqeya şehadetê ya şehîd Lewend xwend û da malbata wî.
Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyan hate veşartin.