Forûma Efrînê di roja duyemîn de ye

Forûma Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografîk a li Efrînê ya Navneteweyî, di roja duyemîn de ye.

Forûma Guhertina Paqijiya Etnîkî û Guhertina Demografîk a Efrînê ya Navneteweyî ku li Salona Beyselan a li navçeya Amûdê ya ser bi bajarê Qamişlo pêk tê di roja xwe ya duyemîn de ye.

Di rûniştina yekemîn a Forûmê de wê mijara "Li Efrînê paqijiya etnîkî û guhertina demografîk a ji hêla leşkerî ve' bê niqaşkirin. Rûniştina ku wê Dr. Ehmed Dûrzî moderatoriya wê bike, wê berdevkê YPJ'ê Nesrîn Ebdullah, nivîskarê Fransiz Patrice Franceschi, berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd biaxivin.