Cenazeyê 6 şervanên QSD’ê li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê 6 şervanên QSD’ê ku li Dêra Zorê û herêma Cizîrê şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê veşartin.

Bi hezaran welatiyên Hesekê cenazeyên 6 şervanên QSD ê Nezîr Mûsa (Serhed Hesekê), Sedûn Derwîş (Behrem Hesekê), Mehmûd Izo (Dijwar), Mihemed Dahir (Bahoz), Ehmed El-Şahid (Sîpan) ên di Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya li Dêra Zor, Hol û Til Bêder dema li ser erkên xwe bûn şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê veşartin.

Girseya gel cenazeyê şehîdan ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê. Li goristanê cenazeyê şehîdan ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hate pêşwazîkirin.

Li goristanê ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin û ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Hesen, li ser navê QSD’ê Birûsk Hesekê û li ser navê Kongreya Star Rîm Mehmûd axivîn.

Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û ragihandin ku bi saya şehîdan deskeftiyên li herêmê hatine bidestxistin.

Piştî axaftinan nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malabtên wan hatin kirin. Li aliyê din di merasîmê de nasnameya gerîlayê HPG’ê Dara Hiso (Gernas) yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û şervanê QSD’ê Ubeyd El-Feyad (Cerah) hatin eşkere kirin.

Girseya gel cenazeyê her şeş şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê veşartin.