YPG: Li Efrînê 11 çeteyên dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar, hêzên wan li navçeya Cindirês û li navenda Efrînê li dijî dagirkeran 2 çalakî kirine. YPG'ê ragihand, di çalakiyan de 11 çeteyên dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çalakiyên hêzên wan ên di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê de didomin. YPG'ê diyar kir, hêzên wan li gundê Dêrmişmişê yê navenda Efrîn û li navçeya Cindirêsê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker du çalakiyên bi bandor kirine.

YPG'ê li ser çalakiyan ev agahî da;

"Roja 2 Kanûnê, yekîneyeke me li gundê Dêrmişmişê yê navenda Efrînê li dijî dewriyeyek koma çete ya bi navê Ceyş el-Îslam çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Her wiha seyareya çeteyan hate rûxandin.

Di heman demê de yekîneyeke me li navenda navçeya Cindirêsê li dijî wesayîteke li baregeheke leşkerî ya çeteyên koma bi navê Ehrar el-Şam de çalakiya sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin. Her wiha 6 çete hatin kuştin û 8 çete jî bi giranî birîndar bûn.

Di encama herdu çalakiyên hatin li dar xistin de 11 çete hatin kuştin û 11 çete jî birîndar bûn. Her wiha 2 wesayît jî hatin rûxandin."